Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pashinyan: Jibo Ermenistanê Qanûneke Bingehîn ya Nû Hewce Ye


Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan îro Înê got ku jibo xurtkirina demokrasîyê pêdivîya wan bi qanûneke bingehîn ya nû heye.

Pashinyan li Wezareta Dadê dîyar kir ku Ermenistan jibo jîyana wê ya li gor şertên jeopolîtîk û herêmî baştir bibe divê qanûneke bingehîn ya nû çêke.

Sîyasetvanê ku piştî şoreşa 2018’an hat desthilatê û bi sîyaseta xwe ya lîberal tê zanîn dîyar kir ku jibo rêwabûna Ermenistanê çi hewce ye divê ew bikin.

Ermenistan di rêvebirîya Pashinyan de bi Azerbaycanê re sala 2020’an ser herêma Nagorno-Qarabax şer kir û ew herêm hinda kir ku piştî operasyona leşkerî ya Azerbaycanê, Ermenîyên herêmê ji wir derketin.

Pashinyan jibo Ermenistanê ji Rûsya, ku ji berê de hevbenda wê ye, dûr bixe bi dewletên Rojavayî re peywendî çêkirin.

Wî jibo pevçûnên 30 salî yên bi Azerbaycanê re bisekinin, bi wî welatî re danûstandin kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG