Rêvebirê Nivîsgeha Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) îro Pêncşemê ragihand ku wan êrîşeke terorîstî li New Yorkê têk biriye.
Cash Patel di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got, “Bi saya xebata bêhempa ya FBI ya Albany (paytexta wîlayeta New Yorkê) û hevkarên me, FBI’yê hewildana êrîşeke terorîstî ya din rawestand.”
Patel got, “Şeva borî FBI’yê kesek girt - Jessica Bowie - ku tê îdîakirin sonda hevsozîyê bi Daişê re xwariye û plan kiriye ku êrîşeke kujer bi teqemenîyan li ser avahîya Parlemana Wîlayeta New Yorkê pêk bîne.”
“Bi gotinên wê, wekî ku di gilînameyê de tê îdîakirin - Bowie dixwest "bi qasî ku pêkan be avahîyê hilweşîne û senatoran di dema daniştina wan de bikuje," Patel got.
Rêvebirê FBI’yê anî ziman ku planên îdîakirî di qonaxên pêşketî de bûn û wê herî kêm 5 caran li parlemanê çavdêrî kiribû û ji bo çêkirina amûreke teqîner, made kirîbûn.
Bowie bi hewldana peydakirina piştgirîya madî an çavkanîyan ji rêxistineke terorîst a biyanî ya diyarkirî hatiye tawanbarkirin.
Patel di daxuyanîya xwe de got, “Ez dixwazim spasîya ajanên me yên bêhempa, tîmên îstîxbaratê, hevkarên federal û herêmî, û Wezareta Dadê bikim ku gelek ev operasyon pêk anîn diyar e gelek jiyan rizgar kirin.”
Wî bal kişand ser erka FBI’yê û got, “Ev FBI niha ji bo ku bi lez û bez û bi rastbûnek ji her demê bêtir tevbigere, hatiye avakirin. Bi hezaran karmendên me yên zêdetir li qadê hene, û navendeke hevrêzîyê(DSIC) ji nû ve hatiye avakirin da ku îstîxbaratê parve bike, hevkarîyên bihêztir bi hêzên ewlehîyê yên herêmî re bike, û me hevkariyên dijî sîxurîyê li çaralîyê cîhanê ji her demê bêhtir hene da ku gefan li her deverê ku ew hewl didin xwe veşêrin, bibînin.”
“Ev tenê mînaka herî dawî ya vê FBI’yê ye ku terorîsteke gumanbar radiwestîne. Me di sala 2026’an de, berê bêhtirî 400 êrîşên wiha li welêt û li seranserî cîhanê têk birine. Ji bo her kesê ku dibe ku di siberojê de zirarê bide Amerîkiyan: bizanin ku em ê we bibînin,” Cash Patel got.