Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Manafort Erê kir Hevrêziyê li gel Mueller Bike


Paul Manafort
Paul Manafort

Paul Manafort, rêvebirê berê yê helmeta serok Trump erê kir ku hevrêziyê li gel rawêjkarê taybet Robert Mueller bike li dor vekolînên destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an de.

Hevrêziya Manafort beşek e ji rêkeftineke pêdaçûnê li gel dozgerên fedralî ku wê wî dûrî dadgehkirinê xe li dor karê wî yê rawêjkariya siyasî li Okranya.

Hîn ne diyare wê Manafort çi agahiyên taybet li ser serok Donald Trump û helmeta wî ya hilbijartinê bide vekoleran. Ew yek ji beşdarên kombûna sala 2016an bû di navbera berpirsên helmeta Trump û parêzereka Rûsî de. Parêzera Rûsî nîşan dabû ku wê agahiyên ziyanker hebûn li dor rikbera Trump a serokatiyê, Hillary Clinton.

Manafor meha borî di dadgehkirineke cuda de li wîlayeta Virginia, bi 8 gunehkariyan hate tawanbarkirin û rastî 7 ta 10 sal zîndan dibe.

Gunehkariyên Manafort çi pêwendî bi helmeta hibijartinên sala 2016an nebû.

XS
SM
MD
LG