Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civata Nûnerên Amerîka Seredana Erebistana Saûdî Dike


Paul Ryan-Komarî, Serokê Civata Nûnerên Amerîka
Paul Ryan-Komarî, Serokê Civata Nûnerên Amerîka

Serokê Civta Nûnerên Amerîka Paul Ryan di seredana xwe ya yekê de bo herêmê, Çarşemê li paytext Riyad ligel Şahê Erebistana Saûdî Şah Selman civîn pêk anîn û derbarê ewlekarîya li herêmê axiftin kirin.

Daxûyaniya ofîsa Paul Ryan dibêje, danûstendinên Ryan dê derbarê pirsgirêkên ewlekariya li herêmê û şerê li dij DAIŞ'ê û terorîzmê bin, herwiha dojminkariyên Îranê li herêmê dê bên gotûbêj kirin.

Erebistana Saûdî endama hevpeymaniya navnetewî ya şerê li dij grûba DAIŞ'ê ye li Îraq û Sûriyê ku, Amerîka pêşengiya wê dike, Amerîka hevkariya Îstîxbaratî jî bi Erebistana Saûdî re heye li dij grûbên tûndrê ji wana rêxistina al-Qaide

Têkiliyên Erebistana Saûdî ligel Amerîka aloz bûbûn di serdema desthilatdariya serokê berê Barack Obama de, jiber pêkhatina projeya Navokî bi Îranê re, lê piştî hatina serok Trump têkliyên bi Erebistana Saûdî re xûrt bûne, bi taybet piştî Trump di seredana xwe ya yekê de, çû bû Riyad û ligel berpirsên Saûdiyê peymanên hevkariya leşkerî bi buhayê 100 mîlyar dolaran îmze kir bûn.

Şanda ligel serokê Encûmena Nûneran Paul Ryan pêkhatîye ji 5 endamên Komarî û yekî Demokrat, di nav de endamên komîta leşkerî hene. Di plana seredana Ryan de, seredana Îmaratên Arab yên Yekgirtî UAE'ê jî heye.

XS
SM
MD
LG