Li herêmên cuda yên Kurdistana Îraqê çar êrîşên bi dronan îro Çarşemê bûn.
Karbidestekî Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku du êrîş li navçeya Balîsanê li ser baregehên wan bûne.
Amanc Zîbayî, endamê serkirdayetîya PDKÎ ji Dengê Amerîkayê re got “Sibeha zû, nêzîkî demjimêr 6, Îranê bi du dronên nû yên bi navê ‘Hedîd’ êrîşî baregehên me yên li Balîsanê kir. Berê hêzên me li wir bûn, lê niha ew der vala ye û ti kes ji me li wan baregehan nemaye.”
Zîbayî got “Heta niha 152 êrîş li ser baregehên me hatine kirin. Piranîya van êrîşan li ser cihên sivîl û avahîyan bûne. Ji ber vê yekê, sê şehîd û neh birîndarên me hene.”
Çavkanîyekê ji nav Soranê ji Dengê Amerîkayê re got “Îro du dron li du cihên cuda ketin xwarê. Yek ji wan li navenda Soranê ket ser xanîyekî, û drona din jî li ser çiyayê Herîrê ket xwarê.”
Di van êrîşan de ti kes birîndar nebû. Lê ew dron li ser çiyayê Herîrê bûn sedema agirekî. Piştî demekê agir hat vemirandin.
Ev di demekê de ye ku çend roj berê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji medyayeke Erebî re got ku ji destpêka şerê 40 Rojî ve heta niha, Îran û komên çekdar ên Îraqî zêdetirî 1000 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirine.
Li gor zanyarîyên Dengê Amerîkayê ku ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê kom kirine, bêhtirî 425 êrîş li ser baregehên wan partîyan hatine kirin.
Îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku êrîşên komên çekdar ti zirar neda Amerîkîyan, tenê zirar gihandiye sazîyên aborîya Kurdistanê û sazîyên Îraqê.