Beşek ji berpir û alîgirên Partî Demokratî Kurdistan PDKê, hêzên Partiya Karkeên Kurdistan PKKê bi kuştin û birîndar kirina hejmarek ji pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û êrîş kirina ser polîs û bîrên petrolê tawanbar dike, li hemberî wê û li gor çavkaniyên heyî, endam û alîgirên Partîya Karkerên Kurdistan PKKê jî, ji tevgeriyanên PDK dilgiranin û weha dibînin ku PDK dixwaze pirsgirêkan ji wan re çêke.
Efser Tayîb Abdullah, fermandarê pêşmerge yê hêzên parastina jîngehê gote Dengê Amerîka "Ew du efser û tevî şofêlî di nava trombêlekê dabûn, mînek çandî li jêr trombêla wan teqî, hevalê wî Hêriş giyanê xwe jidest da û dema ku ew li ser rêya Çemankê ya ku diçe bo gundê Bakurman li serê filkeyê ya cadeya qêrî TNT teqî". Ew Efser dîsan dibîje "Ew ne hêzeke êrîşkar û yên qada şer bûn, tenê karê wan ragihandin û roşnbîrya leşkerî bû, û wan serdana bingehên pêşmergeyan dikir da ku behsa rewşa giştî bo wan bikin."
Derabrê nakokiyên dinavbera PDK û PKKê da heyin Bêwan Yûnver Berpirsê Têkiliyên Derve yên Kampa Rûstem Cûdî li Mexmûr got: "Ew xelkê PKKê ne û fikr û ramanên wan yên Ocelan in, PDK êrîşên fîzîkî, yên aborî, tendirûstî û piskolojî dike ser kampê, ev salek û 3 mehe, ambargo xistiye ser rûniştvanên kampa Mexmûr, ewê heta dawî li hember Tirkiyê rawestin lewan PDK ambargo xistiye ser kampê, herwiha dibêje, armanca Tirkiyê li Kurdistana Başûr ewe ku Kurdan bi destên Kurdan bide kuştin". Weke Bêwan Yûnver dibêje.
Li aliyek din Rêbîn Selam kadirê pêşketî yê PDKê dibêje, "aliyê şer firoş diyare kê êrîş kirî ye û Hêriş Cewher yekemîn cangoriyê wê bûyerê bû, aliyê ku kuştî daye, nabe wek heman aliyê ku êrîş kirî be û şerfirş be bihê dîtin? Ji derveyî vê îro jî êrîş birîye ser bîrên petrolê û teqandine, teqandina bîran jî, dide zanîn kanê kê êrîş kirîye ser kê? Eger ku êrîş kirin, biryara hemû PKKê be, demek ajendayek derve li pişte, ji bo têkdana Herêma Kurdistanê."
Samî Rêkanî siyasetvanê serbixwe derbarê wan nakokiyan dibêje"şerê herdu aliyan şerê kurdane, wî çaxî dê tecrûbeya deverê têk here, divê lihev nêzîk bibin û karek weha bikin ku şerê birakujî êdî nebe, divê PKK destê xwe nexe nava herêmê, di heman demê da mijara pêşmergê Roj jî hicete û aliyekî pirsgirkê ye, jiber wê yekê divê lihev hatinek çê bibe".