Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konsulxaneya Amerîka li ser Civîna PDK û YNK Daxuyanî Dide


Logoyên PKD û YNK.
Logoyên PKD û YNK.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka ya li Hewlêrê îro Duşemê derbarê civîna Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyanîyek weşand.

Herdu partîyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê do Yekşemê civînek berfireh lidar xistin, tê de behsa mijarên kêşebar di navbera herdu alîyan de kirin. Wan ragihand ku ew gihiştine lihevkirinekê.

Konsulxaneya Amerîka li ser vê lihevkirina PDK û YNK’ê di daxuyanîya xwe de kêfxweşîya xwe dîyar kir.

“Em pêşwazîya rêkeftina PDK û YNK’ê dikin ku li ser lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê, yekkirina hêzên Pêşmergeyan û pêkanîna reforman lihev kirine," konsulxaneyê di daxuyanîya ser Twitterê de got.

Şandên PDK û YNK’ê, piştî civîna li Dabeşan ya li Silêmanîyê ser darxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, hewlên bo çaksaziyê û yekirina Pêşmergeyan hevbîr bûn.

Ji alîyê YKN'ê seorkê partîyê Bafil Talabanî serkêşîya şanda xwe kir. Ji bilî wî jî, rêberên payebilind yên wê partîyê Qubad Talabanî, Şalaw Elî Asker, Şalaw Kosret Resûl û endamê Desteya Bilind ya Siyasî ya YNK’ê Cafer Şêx Mistefa beşdarî civînê bûn.

Şanda PDK'ê ya bi seroktîya Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî, rêvebirên payebilind yên partîyê Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda û Elî Huseyîn beşdarî civînê bûn.

Konsulxaneya Amerîkî herwiha destnîşan kir ku “di vê dema her du alî nêzîk hev dibin û mijarên di berjewendîya gelê Kurdistana Îraqê de gotûbêj dikin, em hêvîdar in ku pêşveçûnek pêk were."


Li gor daxuyanîyê, Amerîka çaverê dike ku herdu alî jibo çareserkirina pirsgirêkên din yên Kurdistana îraqê bicivin û danûstandinan bikin.

Piştî civînê, PDK û YNK’ê, bi daxuyenîyeke hevpar ragihandin ku ew ser 5 xalan hevbîr bûne. Ev jî pênc xalên lihevkirinê ne:

1- Her du alî hevbîr in ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin darxistin, piştî ku Seroktîya Herêma Kurdistanê bi alîyên siyasî re bişêwire û demekê dîyar bike.

2- Jibo ku di her warî de zêdetir xizmeta gelê Kurdistanê bikin, divê pirsgirêk û nakokîyên biçûk herdu alî bidin alîyekî û bo çareserîya pirsgirêkan rêyên hevpar werin dîtin.

3- Biryar hate dayîn ku pêvajoya jinûve rêxistinkirina hêzên Pêşmergeyan berdewam bike.

4- Her du alîyan jî biryar dan ku piştvanîya peymanên kabîneya 9’an ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

5- Bi armanca nêzîkbûnê, têkoşîna dijwarîyan û çareserîya astengîyan, biryar hate dayîn ku bi rihekî Kurdistanî û welatperwerî gotûbêj û hevsengîya xwe ya dualî ligel tevahîya alîyan bidomînin.

XS
SM
MD
LG