Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PDK û YNK jibo Encamdana Hilbijartinan Heta Niha li Hev Nekirîye


Dengderên jin li Herêma Kurdistana Îraqê
Dengderên jin li Herêma Kurdistana Îraqê

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan li Îraqê li ser daxwaza Seroktîya Herêma Kurdistanê dê hefteya li pêş bicive.

Peyvdara Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê ji Dengê Amerîka re ragihand ku ewê hefteya bihê biryarê li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya lidarxistina hilbijartinan di meha 11 yan 12an de bidin.

Peyvdara Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Îraqê Jomana Xellay doh ragihand ku nameyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) gihiştîye wan derbarê lidarxistina hilbijartinan di dawîya vê salê de, hefteya bihê ewê biryarê li dor daxwaza HHK bidin.

"Me ev name xiste rojeva hefteya bihê, emê li ser wê danûstandinan bikin û bi xebatkarên pispor yên mekanîzmeya hilbijartinan re biaxivin, paşê em ê bersîva seroktîya (HHK)ê bidin."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Îraqê kir ku li gel hilbijartinên Encumenên Parêzgehan di 18ê Mijdara 2023 yan jî 18ê Kanûna Yekem ya 2023an, tevî hilbijartinên Encumena Parêzgehan, hilbijartinên Parlamantoya Herêma Kurdistanê jî bihên lidarxistin.

Li dor destnîşankirina dema hilbijartinan û daxwaza Seroktîya HHKê Endamê dewreya pêncan ya Parlemena Herêma Kurdistanê Balambo Mihemed ji Dengê Amerîka re got: "Dadgeha Federal di demeke nêzîk de ji bo guhdarîkirina gilîya me dê bicive û hilbijartin jî bi lez û bez nayên kirin."

"Seroktîya Herêma Kurdistanê berîya niha jî, daxwaza hilbijartinan ji Komîsyona Îraqê kiribû û bersîva wan hatibû dayîn ku 2 hilbijartin di heman demê de nayên kirin, lewma em nizanin wateya carek din ya vê daxwazê çi ye, dema ku biryara encamdana hilbijartinan di dest herêm bixwe de bû nehat kirin, niha rewşa weha hatiye têkdan ku êdî weha bi sanahî çareser nabe."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor fermana Seroktîya Herêmê ya hejmar (90) ya ku 26/03/2023ê ragihandî ku roja 18.11.2023ê roja hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê destnîşan kirbû, lê biryara herî dawî ya lidarxistina hilbijartinan bo Komîsyona Hilbijartinan ya Îraqê bimîne kanê ew îmkan hene di wê demê de hilbijartin bihên kirin yan na.

Peyvdara Komsîyona Bilind ya Hilbijratinan li Îraqê ji Dengê Amerîka re şirove nekirîye ka gelo komîsyon dikare hilbijartinan di wan du demên ji alîyê Seroktîya Herêmê ve hatine pêşnîyar kirin bikin yan na, lê tekez kir ku ew "di prensîbê de" amade ne ku hilbijartinan pêk bînin.

Dadgeha Fedral nedstûrîya dirêjkirina dewra pêncan ya Parlemena Herêma Kurdistanê ragihand bû, jiber weê biryarê bûşahîyek destûrî û qanûnî li herêma Kurdistanê pêkhat û nabe Komisyona Bilind ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê biryarekê bide, ji ber wê yek Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan ya Îraqê niha berpirse ji biryara lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê Dîwana Seroktîya Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal got "Seroktîya Herêma Kurdistanê li gorî yasayê roja hilbijartinan dîyar dike û komîsyon dê hilbijartinan birêve bibe, lewma niha pirs li cem Komîsyona Hilbijartinan ya Îraqê ye."

"Pêwîste komîsyona Îraqê, hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê birêve bibe. Wan negotîye ku dê hilbijartinan birêve nebin, tenê pirsgirêkên wan bi demê re hene, ji ber wê jî di dawîyê de divê komîsyon çavdêrîya hilbijartinan bike."

Biryara Dadgeha Federalî ya ji bo nedestûrî kirina dirêjkirina dema parlamantoya Kurdistanê, danûstandinên navbera YNK û PDK’ê li ser guhertina yasaya hilbijartinan vegerandine çargoşa yekê, ji ber ku wan hewla da ku guhertina yasayê bi rêya parlamantoyê çareser bikin.

Di rûniştina 22.05.2023ê ya Parlamantoya Herêma Kurdistanê de, zêdekirina paragirafa çalak kirina komîsyonê bêyî razîbûna serokê parlamantoyê û fraksîyona YNK’ê, alozî di nava parlamantoyê de çêbûn, seroka parlamantoyê ku ji YNK’ê bû, rûniştin bi dawî kir.

Piştre Fraksîyona PDK’ê bi dengê 58 parlamanteran tekezî li ser aktîvkirina Komîsyona Hilbijartinan kir, YNK’ê jî dîsa aktîvkirina komîsyonê red kir û tekezî li ser bidawî kirina civînê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinan ya Îraqê kir ku hilbijartinên Parlamantoya Îraqê werin kirin, di heman demê de nakokîyên navbera YNK û PDK’ê yên li ser yasaya hilbijartinan bi dawî nebûne.

Fraksîyona YNK’ê di dewreya pêncem ya Parlamantoya Kurdistanê de, roja 02.05.2023ê gilî li Dadgeha Federalî ya Îraqê li ser yasaya hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê kir û tê çaverêkirin hefteya pêş dadgeh li ser wê gilîya fraksîyona YNK’ê bicive.

XS
SM
MD
LG