Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duberiya di Nava PDK Û YNK de li Kerkuk Kurtir Dibe


Bajarê Kerkuk
Bajarê Kerkuk

Biryara sizadana Rêbwar Talebanî ji aliyê dadgeha Kerkukê de, dibe sedem ku duberiya di nava Partî Demokartî Kurdistan PDK û Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê de kurtir bibe.

Sizadan Rêbawar Talebanî serokê berê bi wekalet yê Encûmena Parêzgeha Kerkukê têkilî bi pirsgirêkên malî ve heye, endamên YNK û yên Turkman û Ereb dixwazin ew bihê sizadan û li ser wezîfa berê nemîne, lê endamên PDKê ku li Hewlêr dimînin piştevanîya Talebanî dikin û dibêjin dadgehkirina Talebanî pirsek "siyasî" ye.

Ciwan Hesen endama Civata Parêzgeha Kekukê (Yekgirtuya Îslamî dibêje"Rêbwar Talebanî ji aliyê YNKê de û girêdayî aloziyên li Kerkukê tê tawanbar kirin, eger ku heta vegere ve nava civata parêzgehê jî, hejmara pêwîst temam nabe".

Herweha got, ew şerê niha di navbera PDK û YNKê de li ser parêzgeha Kerkukê heman şere, yê ku berê herdu partiyan, li ser wezîfa Serokomariyê li Bexda dikir".

Endamên YNK ku 6 endam di Civata Parêzgehê de hene, tevî beşek ji endamên Turkman û Ereb hefteya bihê dê rûniştinekê encam bidin û hewil bidin Rêbwar Talebanî ji civata pavêjin.

Kameran Kerkukî endamê Civata Parêzgeha Kerkuk ji lîsta PDKê, YNKê tawanbar dike ku dixwaze tevgerek yasayî li dij Talebanî bide destpêkirin û wî nehêlin.

Aloziyên li Kerkuk bi duberiya di nava PDK û YNK de dom dikin.

Dilshad Anwar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00

XS
SM
MD
LG