Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî Kurdistanê (YNK) li ser biryar û fermanên dawî yên Hikûmeta Îraqê li hember Herêma Kurdistanê, daxuyanîyeke hevbeş weşand, tê de tekez kir ku divê destûr di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de biryarê bide.
PDK û YNK'ê di daxuyanîya hevbeş de îro Sêşemê got ku helwesta ku ji alîyê berdevkê hêzên çekdar ên Iraqê ve bi pêşketin û tedbîrên ku di rojên dawî de li Îraqê diqewimîn re hatiye dayîn, "ji bo welatîyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî û pir ecêb e."
Daxuyanîya herdu partîyên sereke yên Herêma Kurdistanê dibêje ku divê destûra Îraqê biryarê dide, ji devreyî wê ti biryar yan tedbîr nayên qebûlkirin. Daxuyanî dibêje: "Ji derveyî destûrê, her birayrek li dijî Herêma Kurdistanê hebe, nedestûrî ye."
Barzanî: Mafên Herêma Kurdistanê nayên binpêkirin
Serokê PDK' Mesûd Barzanî di peyameke xwe de ku bi navê baregeha Barzanî, gefên li dijî Herêma Kurdistanê rexne kir û got ku "hin alî di navenda biryara Îraqê de dixwazin bingehên federalîzmê û destûra Îraqê binpê bikin û mafên gelê Kurdistanê paşguh bikin."
Barzanî bal kişand ser xebat û qurbanîyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û rola Herêmê di avakirina Îraqa nû û nivîsandina destûra 2005'an de.
Wî got ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê bi diyalog û li gorî destûrê bên çareserkirin, ne bi îftirayên bêbingeh û biryarên yekalî.
Wî herwiha piştrast kir ku Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên destûrî venagere û dê tu biryara nedestûrî an ferzkirina îradeya aliyekî din qebûl neke.
Talebanî: Tenê Destûr Dikare Kêşeyan Çareser Bike
Serokê YNK'ê Bafil Talebanî jî di daxuyanîyekê de biryarên hikûmeta navendî red kirin û got ku "divê aqilmendî, aramî û serwerîya qanûnê di vê qonaxê de di ser her tiştî re be."
Talebanî diyar kir ku "zehmetîyên ku em îro rûbirûyê wan dibin tenê bi vegera bo destûra Îraqê tên çareserkirin, ji ber ku ew (destûr) çarçoveya çareserkirina alozîyan e."
Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Îraqê îro Sêşemê komek rêkar û biryarên nû pejirandin ku armanca wan zêdekirina kontrola dewletê li ser derîyên sînorî û zevîyên petrolê ye.
Di nav van biryaran de yên ku ji alîyê Berdevkê fermandarîya giştî ya hêzên çekdar ên Îraqê Sebah Nû'man ve îro Sêşemê hatin ragehandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê nikaribe bêyî Wezareta Petrolê ya federal destûrên hinardekirina petrola xav û berhemên petrolê biryar bide.