Karbidestekî Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku nîvroya îro Duşemê, kampa wan a li Koyê ku malbat tê de dijîn, dîsa bi du dronan hatîye bombebaran kirin.
Di vê êrîşî de ti kes birîndar nebûye û tenê ziyana madî çêbûye.
Endamê Serokatîya PDKÎ’yê Amanj Zêbayî, ji Dengê Amerîkayê re eşkere kir ku "Êrîşa yekem demjimêr 12:00 û ya duyem jî demjimêr 12:30 li ser kampa Azadî çêbû. Herdu êrîş jî bi dronan hatin kirin."
Wî herwiha got ku "Lê ji ber ku kamp vala bû, tenê ziyana madî çêbû."
Êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Tehran hebûna partiyên kurdî yên opozîsyona Îranê ya li Herêma Kurdistanê wek bihane nîşan dide.