Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Ewrupî Biryara Cemidandina Danûstandinên Endamtîyê igel Tirkîyê Dide


Qanûndanêrên Yekîtîya Ewrupî îro Pêncşemê biryar dan ku danûstandinên endamtîya Tirkîyê bicemidînin, bi sedema awayê bersîvdana Enqerê ya hewla darbeya têkçûyî.

Endamên Parlemana Ewrupî bi 479 beramber 37 dengan biryar pejirand û bang li Komîsyona Ewrupî û hikûmetên welatên endam kir ku piştgirî bidin biryarê.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim nerazîbûna xwe li hember biryara Yekîtîya Ewrupî nîşan da û ew wek gaveke negirîng nirxand.

Yildirim hişyarî da ku bi qutkirina peywendîyên xwe ligel Tirkîyê, Ewrupa dikare rûbirûyê hatina girseyên mezin yên penaberan bibe.

XS
SM
MD
LG