Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pedersen Careke Din Banga Çareserîyeke Sîyasî bo Sûrîyê Dike


Geir Pedersen
Geir Pedersen

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê bo Sûrîyê, Geir Pedersen îro Çarşemê careke din banga çareserîyeke sîyasî ji şerê navxweyî yê Sûrîyê re kir.

Pedersen ji rojnamevanan re got ku erdêja wêranker ya bi hêza 7.8 zingila hişyarkirinê ye ku êş û malwêranîya Sûrî ji çareserkirinê gelek dûr e.

“Divê em vê erdhejê jî li pêş çavan bigirin û binêrin ku mê çawa bikaribin pêşveçûnê misoger bikin.”

Di erdhejên li Tirkîye û Sûrîyê de pirtir ji 50 hezar kes hatibûn kuştin ku nêzî 6,000 ji wna li Sûrîyê bûn.

Pedersen got ku divê proseseke nû ya bi pêşengî û piştevanîya Sûrîyan hebe û NY jî mazûvanîya wê peyvajoyê bike. Wî daxwaza avakirina komîteyên nû yên bi beşdarbûna nûnerên hikûmet û opozîsyonê kir ku karê nivîsîna qanûna bingehîn ya nû bimeşîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di konferansa aştî ya sala 2018an ya bi mêvandarîya Rûsya, biryara avakirina komîteyeke 150 endamî hatibû dayîn ku ji Sûrîyê re zagona bingehîn ya nû amade bike. Lê, damezirndina wê komîteyê heta Îlona 2019an pêk nehatibû û piştî hêşt gerên danûstandinan pêşveçûnên gelek biçûk hatibû destxistin.

XS
SM
MD
LG