Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşengeha Navenda Piştgirîyê ya Jinê li Dîyarbekirê


Pêşengeha berhemên hunerên destan yên jinên Taxa Kabê, li ber Mizgefta Mezin hat vekirin. Pêşengeh ji berhemên nexş, tentene, cilên dirûtî, xişr û taqîyên jinan, her wiha tabloyên ku bi bi çeşîdên nexşan hatine çêkirin, pêk tê.

Navenda Piştgirîyê ya Jinê ya Kabê, du sal berê bi piştgirîya Şaredarîya Sur'ê vebû. Li vê navendê jibo jin û keçan ji perwerdehîyên zarokan, heta xwarin çêkirin ji kuaforîyê heta piştgirîya psikoljik, heta fêrkirina kompîterê bi dehan kursên ji hev cûda tên dayîn.

Cîgira Şaredarê Sur'ê Gulbahar Ormek dibêje guhartina civakê bi guhartina jinê pêkan e û dixwazin ku bi rêya Navenda Piştgirîyan, jin fêrî keda destê xwe bibin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, kerema xwe li fayla deng klîk bikin.

XS
SM
MD
LG