Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstema Pegasus ya Sixûrîyê Çi Ye û Çi Dike?


Dawîya hefteya borî, rêxistinekê bi navê (Forbidden Stories) û rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) ligel jimareke dezgehên ragihandinê wekî rojnameyên Washington Post û Guardian ragihandin ku çend hikûmetên seranserî cîhanê sîstemeke teknolojî ya çavdêrîyê bi navê Pegasus bi kar anîye da ku sîxûrîyê li ser rêberên welatên din û rojnamevan û çalakvanan bikin.

Li gor ku ev dezgeh eşkere dikin, dora 50,000 jimareya telefonan bi rêya vê sîstema çavdêrîyê bi mebesta sîxûrîyê hatine armanc kirin.

Gelek serokên welatan û karbidestên pilebilind bi rêya vê sîstemê ketine bin çavdêrîyê. Di lîsta kesên armanckirî de serokomarê Îraqê Berhem Salih û hejmareke karbidest û rêberên din yên Îraqî cîh digirin.

Malpera Derej ya bi zimanê Erebî, ku ew jî beşek ji projeya belavkirina agahîyên Pegasus bû, dide zanîn ku jimareke karbidestên Kurd jî di nav kesên armanckirî de ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî ji wan kesan e ku telefona wan hatiye çavdêrî kirin. Herwiha hinek karbidestên din yên Kurd di nav lîstê de ne.

Derbarê vê yekê, Dengê Amerîka peywendî ligel berdevkekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, lê ti bersîv wernegirt.

Ji bilî serok û rêberên dewletan, dora 180 rojnamevan jî bi rêya vê sîstema sîxûrîyê hatine armanc kirin. Di nav wan de jî hin rojnamevanên Dengê Amerîka (VOA), Radyoya Ewrupa Azad, Radyoya Azadîyê RFE/RL cîh digirin.

Sîstema Pegasus Çi Ye?

Sîstema Pegasus ji alîyê fîrmayeke Îsraîlî ya bi navê NSO ve hatiye afirandin. Rojnameya Guardian dibêje ku cara yekê ev sîstem di sala 2016’ê de hatiye bikaranîn.

Sîstem xwedîyê karîneke mezin e û dikare derbazî nav sîstemên telefonên jîr (smart phone) yên Android yan IOS be.

Pispor dibêjin ku bikaranîna vê sîstemê ji alîyê hikûmetên totalîter ve li dijî rojnamevan û çalakvanan ne tiştekî nû ye.

“Lê ev cara yekê ye ku em dibihîzin sîstema Pegasus li dijî serokên dewletan û karbidestên hikûmetan tê xebitandinanîn,” Dilşad Osman, pisporê ewlekarêya înternetê, ji Dengê Amerîka re got.

Kî Berpirs e?

Gelek rêxistinên mafên mirov bang li hikûmeta Îsraîlê dikin ku sîstema Pegasus rawestîne.

NSO dibêje ku armanca wê ji firotina sîstema Pegasus ew e ku di şerê dijî terorê û tawankarîyê de alîkarîya hikûmetan bike.

Lê, pispor dibêjin ku gelek rêyên qanûnî hene ku kompanîya NSO dikare xwe bi wan biparêze.

“NSO fîrmayeke taybet e ku bingeha wê li Îsraîlê ye. Ti kontrola hikûmeta Îsraîlî ya ser sîstema sîxûrîyê tuneye, lê ew destûra firotina vê teknolojîyê bo hikûmetên bîyanî dide,” pisporê ewlekarêya Înternetê Osman da zanîn.

“Tenê hikûmet dikarin xizmeta Pegasus bikirin. Kompanîya NSO dikare xwe ji hemû bertekên qanûnî biparêze, bi bahaneya ku ew ne berpirs e ka muşterîyên wê çawa vê sîstemê bi kar tînin.”

Wezîrê berevanîya Îsraelî Benny Gantz jî got ku pêwîst e welatên van sîsteman dikirin rêzê li standardên giştî yên bikaranînê bikin.

“Em firotina van berheman tenê bo hikûmetan û bo bikarnîna qanûnî erê dikin,” Gantz roja Sêşemê got.

XS
SM
MD
LG