Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşhatên Dawî li Sûrîye


Pêşhatên Dawî li Sûrîye

Çend têt bala cîhanê dikefte ser Sûrîye. Digel berdewamîya xwepêşandan û nerazîbşnên lidijî hikumeta serok Başar Esed, tunûtûjîya dezgehên ewlekarîya rijêmê hember wana zede dibin. Berî çend rojan kuştina rojnamevanekê Firansî pitir ronahî xist ser Sûrîye. Heman dem nîşan hene kû erkê çavdêrên Ereb ne serkeftîye û hinek ji wana ji Sûrîye derdikevin yan xwe ji erkê çavdêrîkirina dest darê Sûrîye vedikêşin.

Ya herî berçav îro, serokê komkara Erebî gotîye dezgehên ragihandinê, liser vî halî, renge Sûrîye berev şerekî navxwe here li demê xwepêşander piştevanîyê li komela serheldayên çekdar dike. Zêdebarî wê, rêberê rikaberîya Sûrî Burhan Xelyon digel qomandarê Leşkerê Azadê Sûrîye kombu û got, destûdarê li holê, pêtivîya komela çekdarên serhidayî xweya dike.

Ev çend babet naverokê bernama Hello Washigton in û Dexîlê Şemo sê taybetmendan mêvan dike;

- Hervîn Osî, endameka desteya rêvebera Tevgera Pêşeroj ya Kurd li Sûrîye, li Şamê.

- Mesud Hamid, endamê komela Rojnamevanên Bê Sinur, li Parîsê.

- Anwer Naso, çalakvanê serbixwe yê sîyasetê, li Amuda.

XS
SM
MD
LG