Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Piştî Daxuyanîyên Peker Derbarê Kuştina Rojnamevan Adali Dest bi Lêpirsînêkê Dike


Li Tirkîyê, dozgerîya Stenbolê îro Sêşemê dîyar kir ku di derbarê kuştina rojnamevan Kutlu Adali, Tirk yê Qibrisî lêpirsînêkê dayê destpê kirin.

Ev daxuyanîya dozgerîyê piştî gotinên rêberê rexistina tawankarî Sedat Peker hat ku meha borî gotibû ku kuştina rojnamevan Adali ya di 1996'an de bi fermana wezîrê berê yê Tirk hatiye kirin.

Sedat Peker
Sedat Peker

Peker, di vîdyoyeke ku 17 mîlyon kesan temaşe kirîye de, ragihand ku wezîrêkî berê yê Tirkîyê 25 sal berê ferman dabû birayê wî Atilla Peker da ku rojnamevan Adali bikuje.

Peker got ku birayê wî Atilla nekaribûye kuştinê pêk bîne, lê Adali di Tîrmeha 1996'an li Qibrisê hate kuştin.

Peker, piştî ku vîdyoya birayê wî neh roj berê hatibû weşandin bo demeke kurt hatibû deteser kirin, lê piştre hatibû berdan.

Ofîsa serdozgerîya Stenbolê ya herema Anadolu îro da zanîn ku ser serîlêdana Atilla Peker di derbarê kuştina Adali de lêpirsînekê nû dane destpê kirin.

Serdozgerîyê destnîşan kir ku hewilên wan didomin ku di derheqa kuştinê de, ji bilî berhevkirina delîlên li Tirkîyê, ji karbidestên dadmendî yên Tirkên Qibrisî jî agahdarî û belgeyan wergirin.

Di lêpirsîna destpêkê ya dema kuştina Adali de, berpirsên kuştina wî nehatibû derxistin.

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) di 2005'an de cezayê diravê da Tirkîyê, bi sedema ku wê di derbarê kuştinê de 'lêpirsînekê bi bandor û dagirtî nekiriye.

Peker yê 49 salî di salên 1990'an de mîna kesitîyekî çeteyan derket pêş û di 2007'an de tevî sûcên damezirandin û rêvebirîya komekî tawankar, bi 14 sal zindanê hatibû ceza kirin.

8 vîdyoyên ku Peker heta niha weşandîye bi tevahî pirtir ji 70 mîlyon caran hatine temaşe kirin.

Peker di daxuyanîyên xwe de, dijî karbidestên hikûmeta Tirk yên niha û yên berê, tawanbarîyên destdirêjî, bazirganîya narkotîk û qaçaxcîtîya çekan dike.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, di nava wan kesan de ye ku Peker heta niha armanc kirine, lê Soylu îdiayên wî bi tundî red dike.

Soylu gotibû ku îdiayên Peker dijî Tirkîyê planeke navnetewî ye.

XS
SM
MD
LG