Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 250 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 250 mîlyonî dibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 245,956,798 kes bi vîrusa korona ketine.

Pêketinên vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tomar kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 46 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 34 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 21 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,988,132 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 745,006 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 607,068 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 109,416 kes bi vîrusa korona ketine û 4,849 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG