Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 13,5 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 13,5 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 13,666,118 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 3,5 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 1,9 mîlyon pêketîyên vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi pirtir ji 968,000 kes pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 586,369 kes jîyanên xwe ji dest dane û Amerîka bi 138,040 mirinên ji wê vîrusê di rêza pêşî de ye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,644 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG