Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 16 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 16 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê heta niha 16,133,849 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 4,2 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 2,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 1,3 pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li cîhanê 646,837 kes jîyanên xwe ji dest dane ku Amerîka bi 146,788 mirîyên ji wê vîrusê di rêza pêşî de ye.

Li Brezîlya 86,449 û li Brîtanya jî 45,837 kes bi vîrusa korona mirine.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 86,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,652 bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG