Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 21 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 21 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 21,025,016 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 5,3 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 3,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 2,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li cîhanê 761,612 kesan jîyanên xwe ji dest dane û Amerîka bi 168,154 mirinên ji wê vîrusê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 105,463 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 4700 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG