Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 27 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 27 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 27,11,571 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 6,2 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 4,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê heta niha 883,538 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 188,941 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 126,560 mirîyan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4730 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG