Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 36 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 36 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 35,654,271 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 7,4 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 6,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,046,809 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 210,762 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 146,675 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,739 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG