Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Gihişt 78 Mîlyonan


Hejmara pêketîyên vîrusa korona gihişt 78 mîlyonan. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 78,042,453 bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 18,2 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1,717,579 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 322,832 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 188,259 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,228 kes bi vîrusa korona ketine û 4,766 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG