Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 85 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 85 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 85,141,293 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 20,6 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi pirtir ji 10,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,843,342 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 351,580 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 196,018 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 96,160 kes bi vûrsa korona ketine û 4,784 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG