Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 90 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 90 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 90,295,028 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 22,4 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 8,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona 1,935,060 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 374,329 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 203,100 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 96,824 kes bi vîrusa korona ketine û 4,792 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG