Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 100 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 100 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 98,782,736 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 25 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi bi qasî 9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,121,681 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi bi 417,439 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 216,445 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û di wir re derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 99,047 kes bi vîrusa korona ketine û 4,803 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG