Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 107 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 107 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 107,179,340 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 27,2 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 9,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,348,877 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 470,200 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 233,520 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,825 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG