Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 108 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 108 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 108,054,984 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 27,4 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 9,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 2,378,143 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 479,949 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 236,201 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,828 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG