Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 112 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 112 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 112,108,217 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 28,2 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 11 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 10,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,485,434 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 502,660 mirinan li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 248,529 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,833 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG