Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 114 Mîlyonan Borî


Hejmara pêkêtîyên vîrusa korona ji 114 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 114,078,673 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 28,6 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 11,1 mîlyon pêketîyan Hindistan, li dû wê jî bi 10,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya heye.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,531,004 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 513,091 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 254,942 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 100,965 kes bi vîrusa korona ketine û 4,835 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG