Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 117 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 117 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 117,055,507 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 29 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 11,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 11 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,597,213 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 525,541 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 265,411 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,141 kes bi vîrusa korona ketine û 4,838 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG