Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johns Hopkins: Hejmara Pêketîyên Korona li Sînorê 130 Mîlyonî Ye


Hejmara pêketîyên vîrusa korona gihişt sînorê 130 mîlyonî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 129,689,655 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 30 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 12,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 12,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,829,457 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 553,138 mirinan li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 325,284 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,754 kes bi vîrusa korona ketine û 4,841 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG