Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 140 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 140 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 140,748,888 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 31 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 14,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî 13,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,011,670 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka 566,904 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 371,678 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,201 kes bi vîrusa korona ketine û 4,845 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG