Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 150 Mîlyonî Borî


Hejmara pêkêtîyên vîrusa korona ji 150 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 150,551,424 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 32,2 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 18,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 14,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber pêketinên vîrusa korona li temamê cîhanê 3,166,697 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 575,194 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 401,186 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,474 kes bi vîrusa korona ketine û 4,845 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG