Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 165 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 165 mîlyonî dibe. Li gor agahîyen dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 163,239,850 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 33 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 25 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 15,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,382,797 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 586,326 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 435,751 mirinn Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sla 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopknsê raber dikin ku li Çînê 102,748 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG