Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 175 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 175 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 173,643,616 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 30 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 17 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,737,523 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka 597,952 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 474,414 Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 103,216 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG