Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona ji 185 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 185 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 185,088,498 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33,7 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi pirtir ji 30,7 mîlyonan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 19 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,001,920 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 606,218 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 528,540 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 103,966 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG