Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Dibe ku di Demeke Nêzîk Xalên Împîçkirinê Bişînim Civata Senatoran


Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi îro Pêncşemê ji nûçegîhanan re got ku reng e ewê di demeke nêzî de xalên împîçkirina Serokê Amerîka Donald Trump bişîne Civata Senatoran.

“Divê em bi zîrekane û bi awayekî stratejîk vê peyvajoyê pêşve bibin,” Pelosi got.

Li gor qanûnên Amerîkî piştî biryara Civata Nûneran ya împîçkirinê, divê beşa jorîn ya Kongresê, Civata Senatoran, di bin çavdêrîya Dadgeha Qanûna Bingehîn de dest bi peyvajoya dadgehkirina Trump bike. Lê jibo destpêkirina wê peyvajoyê divê Pelosi tawanên fermî bişîne pêş senatoran.

Divê Civata Senatoran di dawîya vê prosesê de bi 67 dengên tevahîya 100 endaman biryar bide ku serok ji kar were dûrxistin yan ne, lê, jiber ku Komarî 53 kursîyan piranî ne, neçaverê ye ku serok ji kar were dûrxistin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG