Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Çîn Nikare Çûyîna Rêberên Cîhanê ya Taywanê Asteng Bike


Seroka Civata Nûneran ya Amerîa Nancy Pelosi îro Çarşemê got ku Çîn nikare pêşî li rêberên cîhanê bigire ku sardana Taywanê bikin.

Pelosi, piştî dawîkirina serdana xwe ya Taywanê got ku armanca çûyîna wê ya Taywanê nîşandana piştgirîya Amerîka ya jibo Taywanê bû ku bi demorasîyeke xurt tê rêvebirin.

"Cîhê daxe ye ku beşdarbûna Taywanê ya di civîna Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê jiber nerazîbûna Partîya Komunîst ya Çînê hat asteng kirin. Belku ew dikarin beşdarbûna rêberên Taywanî di civînên navnetewî de asteng bikin, lê ew nikarin rê li ber çûyîna rêberên cîhanî ya Taywanê bigirin ku rêz û piştgirîya xwe jibo demokrasîya wê nîşan bidin,” Pelosi got.

Seroka Civata Nûneran Pelosi karbidesta herî payebilind ya Amerîkî bû ku di nava 25 salên dawî de dihere Taywanê, ku Çîn wek beşeke axa xwe dibîne.

Çînê derbarê serdana Pelosi bi tundî hişyarî dabû û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov jî gotibû ku Pelosi bo hêrsa Çînê rake serdana Taywanê kiriye.

XS
SM
MD
LG