Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Ger Endamên Kongresê Alîkarîya Êrîşa Ser Kongresê Kirine Divê Werin Darizandin

Seroka Civata Nûneran ya Amerîkî Nancy Pelosi îro Înê got ku ger eşkere be ku rola endamên Kongresê di êrîşa 6'ê Rêbendanê de heye, divê ew werin darizandin.

Pelosi di preskonferansekê de li Washingtonê got ku ger hin endamên Kongresê di 5'ê Rêbendanê de zîyaretvanên li hindurê Kongresê gerandibûn, divê lêûirsîn were kirin.

“Ger derkeve hole ku endamên Kongresê di serîrakirinê alîkarî û piştgirîya tawanbar kirine, divê ew hesabê wan kiryaran bidin û ewerin darizandin.

Di êrîşa alîgirên Serokê Amerîka Doland Trump yên ser Kongresê de yek ji wan 5 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG