Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Ser Împîçkirina Trump Îro Çarşemê li Dar Dikeve


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi ragihand ku dengdana ser împîçkirina Serok Donald Trump dê îro Çarşemê çêbe.

Nancy Pelosi dîyar kir ku Civata Nûneran dê yek ji karên xwe yên herî girîng bike û bang li hemî endamên civatê kir ku li ser sonda xwe bisekinin û berevanîya qanûna bingehîn ya Amerîkî bikin.

‘’Li Amerîka, ti kes ne di ser qanûnan re ye’’ Nancy Pelosi got.

Serok Trump do Sêşemê bo Xanim Pelosi nameyeke bi şeş rûpel nivîsîbû.

Trump di nameyê de dîyar kiribû ku Demokrat zararê didin demokrasîya Amerîka û îdia kiribû ku peyvajoya împîçkirinê ‘’hewildaneke darbeyê’’ ye.

Şirovekar didin zanîn ku ger Civata Nûneran împîçkirina Trump bipejirîne jî Civata Senatoran, ku piranîya wê Komarî ne, împîçkirinê napejirîne.

XS
SM
MD
LG