Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi: Trump Dijî Amerîka û Demokrasîya Wê Gefan Çêdike


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku Serok Donald Trump dijî Amerîka û demokrasîya wir gefan çêdike.

Xanim Pelosi di rûniştina bo dengdana ser împîçkirina Trump de da zanîn ku wê bi xemgînîyeke mezin rûniştin vekiriye, lê wekî din ti rê nemaye.

‘’Serok bo ewlekarîya me ya neteweyî, yekîtîya hilbijartinên me û bingeha demokrasîya me gefan çêdike û ew rastîyek e’’ Xanim Pelosi got.

Wê îdia kir ku Trump hewil daye ku rê li ber lêpirsîna Kongresê bigire.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump do ji Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi re nameyeke dirêj nivîsîbû û ew bi gotinên giran rexne kiribû.

Trump dabû zanîn ku peyvajoya împîçkirinê ya dijî wî hewildaneke darbeyê ye.

XS
SM
MD
LG