Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Emê Dijî Trump Peyvajoya Dûrxistina ji Kar Bidin Destpê Kirin


Nancy Pelosi announced formal impeachment inquiry Trump
Nancy Pelosi announced formal impeachment inquiry Trump

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku bo Serok Donald Trump ji kar were dûr xistin ewê lêpirsîna fermî bidin destpê kirin.

Pelosi da zanîn ku di axaftina Trump û Serokomarê Ukrayna Vladimir Zelenskiy de binpêkirina berpirsîyên qanûnî heye.

Wê da zanîn ku karê wan parastina komarê ye û dîyar kir ku jiber ku kes ji hiqûqê ne mezintir e divê Serok Trump hesabê axaftina xwe bide.

Li gor îdiayên di medya Amerîkî de, Trump ji Zelenskiy dijî Cîgirê Serokê Berê yê Amerîka Joe Biden, ku bo hilbijartina seroktîyê berbijar e, alîkarî xwestiye.

Trump dide zanîn ku ew bi Zelenskiy re ‘’bi awayekî dostane’’ axifîye û dîyar dike ku di axaftina wî de tiştekî dijî qanûnê tune.

Serokê Amerîka gotibû ku wî ferman daye ku hûrgilîyên axaftina wî û Zelenskiy were weşandin.

Wî dîyar kir ku hin kes bê ku hûrgilîyên axaftinê bibînin, êrîşê wî dikin.

XS
SM
MD
LG