Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi, Trump bi Îxanetê Tawanbar Dike û Dibêje ku Toleyên Dijî Tirkîyê Kêm In


Trump Impeachment Whistleblower

Seroka Civata Nûnera Nancy Pelosi dîyar kir ku berpirsê bûyerên li Sûrîyê, Serok Donald Trump e û da zanîn ku toleyên dijî Tirkîyê kêm in.

Pelosi ser toleyên dijî Tirkîyê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

‘’Serok Trump rê li ber zêdebûna alozî û bêîstiqrarîya li Tirkîyê vekir. Paketa toleyan ya dijî Tirkîyê, bo rawestandina kêşeya mirovî ya çêbûye, kêm e’’ Pelosi got.

Wê da zanîn ku Trump li Kurdan ‘’îxanet kiriye’’ û dîyar kir ku biryarên Trump yên ‘’bêteşe’’ bo îstiqrara herêmê rîskan çêdikin û zararê didin bawerîya bo Amerîka.

XS
SM
MD
LG