Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Bêrîvan Dosky Hevrsoka PEN'a Kurd Behsa Helwesta PEN'a Navnetewî Dike


Dr. Bêrîvan Doskî Hevseroka PENa Kurd
Dr. Bêrîvan Doskî Hevseroka PENa Kurd

PEN navnetewî saziya nivîskar û ronakbîrên cîhanî di malpera xwe ya fermî de, daxûyaniyek taybet bi navê "Piştî du salan ya bidawî hatina agirbestê li Tirkiyê, kultura Kurdan li başûrê rojhilat tê wêran kirin", weşandîye.

Daxûyaniya PEN'a navnetewî rewşa Kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyê û herêmên Kurdan zelal dike û çendîn pêzanînên giring yên derbarê girtin, kuştin, wêrankirina bingehên kulturî û dîrokî yên kurdan behis dike.

Dr. Bêrîvan Doskî derbarê daxûyaniya PEN'a navnetewî gote Dengê Amerîka"PEN'a navnetewî, rewşa herêmên Kurdan bi xwe dişopîne, rewşeke wehaye ku, çi locîk û eqil qebûl nakin, kultura Kurdan, dîroka wan, saziyên mediya û zimanê wan wêran dike".

Dr. Bêrîvan herwiha dibêje PEN'a Tirk bi xwe jî, rexnan li desthilata Enqerê digire, bi taybet di warê binpêkirina mafên azadiya ramanê û oldarî kirina civaka Tirk û dûr ketina ji sekolarîzmê.

Doskî dibêje, Tirkiyê 87 Şaredariyên ku, bi şêweke demokratîk hatine hilbijartin, dest danîne ser, 1200 kes di pevçûnan de kuştine û piraniya wan kesên sivîlin, zêdetir ji 500 hezar kes koçber bûne, bingehên kulturî û saziyên wan yên ziman û wêje hatine jinav birin, Tirkiyê berê xwe ji DAIŞ'ê wegerandiye ser kurdan.

Temametiya hevpeyvîna ligel Dr. Berîvan Doskî di fayla deng de ye.

Hevpeyvîn ligel Hevseroka PEN'a Kurd Dr. Berêvan Doskî
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:48 0:00

XS
SM
MD
LG