Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PEN’a Navnetewî Banga Berdana Demîrtaş Dike


Hevserokê berê yên yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş
Hevserokê berê yên yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş

PEN’a Navnetewî îro înê bi daxuyanîyeke cazakirina hevserokê berê yên yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de wek endameke xwe şermezar kir û demûdest berdana wî daxwaz kir.

“ PEN’a Navnetewî cezayê 42 sal yê girtîgehê ku bi sedemên sexte li Selahattîn Demîrtaş hatiye birîn, bi tundî şermezar dike û divê karbidestên Tirk, Demîrtaş ku nivîskar, siyasetvanê opozîsyonê û endamê PEN yê rûmetê ye demûdest û bê şert berdin. Divê qanûnên antî-terorê jibo bêdengkirina dengên rexnegir neyên karanîn. “

Serokê PEN’a Navnetewî Burhan Sonmez dîyar kir ku tekbirina jîyana Demîrtaş ya li pişt dîwarên girtîgehan tê berdewam kirin ku rewşa sosret û tarûmar ya sîstema dadwerî ya Tirkîyê tîne ber çavan.

“Demîrtaş jixwe ev 7.5 in bi awayekî dijhiqûqî girtîye, dûrî malbat û hezkirîyên xwe. Ev biryar jibo serwerîya hiqûqê ya li Tirkîyê trajedîyeke din e.“

Sonmez ku bi xwe jî nivîskarekî Kurd e herwiha anî ziman ku wek PEN’a Navnetewî wê li gel Demîrtaş û hemû nivîskarên ku bi neheqî girtî ne bisekinin, heta ku ew azad bibin.

PEN’a Navnetewî ku bingeh li London, Brîtanya ye di sala 1921 ‘an de hatiye damezrandin û li zêdetirî 90 welatan bi 130 navendan piştgirîya nivîskaran û hevdem berevanîya pevguhertina azad ya ramanan, û xurtxirina nirxê wêjeyê dike.

Hejayê gotinê ye ku PEN’a Navnetewî jibo berdana Demîrtaş demeke dirêj e kempenyeke dimeşîne û bale dikşine ser karên wî yên wejeyî, bi taybet di Kempeyna Roja Nivîskarên Girtî ya 2021’an de.

Meclîsa Nûneran ya PEN’a Navnetewî jî di Îlona 2022’an de biryarek qebûl kir; ku bang li karbidestên Tirkîyê dike ku dawî li darizandin, desteserkirin û girtinên nivîskar û rojnamevanan bîne, jiber naveroka nivîsên wan û piştgirîya wan ya jibo ziman û çanda Kurdan.

Di heman biryarê de, erkdar kirina qayyûman li şûna şaredarên hilbijartî yên li bajarên Kurdan Tirkîyê û herwiha girtinên revebir û endamên HDP’ê jî hatin şermezar kirin.

Pirtûka Demîrtaş ya bi navê Seher (Saha) ku di 2017’an de weşand, gelek bal kişand, hat wergerandinê gelek zimanan û di 2018an dexelata Wergerên PEN’ê ya PEN’a Îngilîzî wergirt.

Pirtûka wî ya dawîn Devran di sala 2019’an de derket.

Kempeyna PEN’a Navnetewî ya jibo Demîrtaş bi nave ‘Şer, Sansûr û Zulm, Lîsteya Dozan’, didome ku tê 122 dozên nivîskarên li çaralîyê cîhanê ku wek ‘di bin zilmê de’ têne dîtin, hene.

XS
SM
MD
LG