Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Penaberên Sûrî yên li Tirkîyê Çawa Ye?


Penaberên Sûrî derbazî Tirkîyê dibin (Arşîv)
Penaberên Sûrî derbazî Tirkîyê dibin (Arşîv)

Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UN) di 4’ê meha Berfanbara 2000’an de, biryar da ku her sal 20’ê Hezîranê wek Roja Penaberan ya Cîhanê (World Refugee Day) were pîroz kirin.

Armanca vê rojê pîrozbahî û rêzdarîya cesaret û berxwedêrîya bi deh mîlyonan mirovan e ku jiber şer an jî zordarîyê neçar mane ku malên xwe biterikînin.

Li gor pêzanînên fermî ya Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ya 11 Hezîrana 2020’an, li serenserê cîhanê dora 79.5 mîlyon kes mecbur mane ku ji mal û wargehên xwe koç bikin ku nêzîkî 26 mîlyon ji wan zarok in.

Herwiha 42 mirov bê dewlet in, ku ji mafê wergirtina hemwelatîbûnê welatekî hatine red kirin û mafên vanê bingehîn yên wekî perwerde, tendiristî, xebat û azadîya tevgerandinê tûneye.

Tevî ku hêjmara mirovên ku jiber şer, pevçûn, tundîtujî, zor û zextan bi darê zordarîyê penaber û koçber her zêdetir dibe; jiber şerê navxweyî yê li Sûrîye 6.6 mîlyon Sûrî jî weki penaberan li çar alîyê dinê belavbûne.

Tirkîye ew welatê yê cîhanê ye ku hejmara herî mezin ya penaberan li wê derê dimîne. Li gor pêzanînên fermî yên UNCHR û Sazîya Xizmetên Giştî yên Koçberîyê ya Dewleta Tirkîyê ya 11 Gulana 2020'an, li wî welatî zedetirî 4 mîlyon penaber dijîn.

Bi hejmera rewşa penaberên Sûrî

Li gor ragihandina UNCHR ya 11 Hezîrana 2020’an, li Tirkîyê hejmara penaberên Sûrî yên tomarkirî bi tevahî 3 mîlyon 585 hezar 198 e.

Penaberên Sûrî li kîjan bajaran dijîn

Li gor pêzanînên Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê, 546, 296 penaberên Sûrî li Stenbolê dijîn. Piştî Stenbolê herî pirtir li Entab (Dîlok), Hatay, Edene, Mersîn, Bursa, Îzmîr, Kîlîs û Konya dijîn.

Rêjeya nifûsa penaber yên jin û zarokên Sûrî

Li gor lêkolîna Komele ya Penaberan ya li Tirkîyê, 1 mîlyon 678 hezar 724 (46.8%) Ji van penebaran zarokên di navbera 0-18 salî de ne.

Hejmara giştî ya zarok û jinan yên 0-18 salî, 2 mîlyon 528 hezar 459 e. (70.6%)

Rêjeya nifûsa penaber yên ciwanên Sûrî

Di navbera temenê 15-24 salî de, 748 hezar 428 penaber hene. Rêjeya nifûsa ciwanên Sûrî bi tevayî ya Sûr ji sedî 20.9 ye. Nifûsa ciwanên Tirkîyê ji 12 mîlyon 955 hezar 672 û rêjeya li gor nifûsa giştî, ji sedî 15.58 ye.

Temenê nîvekî yên penaberên Sûrî

Temenê nîvekî yên penaberên Sûrî yên li Tirkîyê ne, dora 22 û nîv salî ye. Temenê nîvekî ya nifûsa Tirkîyê, 32.4 salî ye.

Hejmara penaberên Sûrî yên Tirkîyê terikandine

Li gor ragihandina Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu ya di 3'ê Adara 2020'an ya li bajarê Edîrnê, 30 hezar û 469 penaber ji Tirkîyê derketine.

Hejmara penaberên Sûrî yên ku vedigerin welatê xwe

Di daxuyanîyekê de ku ji hêla Wezareta Karê Navxweyî ve di 5'e Gulana 2020'de hatiye weşandin, hejmara Sûrî yên ku vedigerin welatê xwe 402,011 ye.

Hejmara penaberên Sûrî yên Hevwelatiya Tirkîyê wergirtine

Di daxuyanîya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve hatîye dayîn de, heta 30'ê Berfenbara 2019'an, 110 hezar penaberên Sûrî mafên hemwelatiya Tirkîyê bidest xistine. 53 hezar mezin in û 57 hezar zarok in.

Hejmara Sûrî yên ku li Tirkîyê ji dayik bûne

Di 19'ê îlona 2019'an de Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu got ku hejmara zarokên Sûrî yên ku li Tirkîyê ji dayik bûne, dora 450 hezar e.

Hejmara penaberên Sûrî ku destûra xebatê hene

Li gor daxuyanîya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkîye ya 31'ê Adara 2019'an, dewleta Tirkîyê belgeya destûrnameya xebatê daye 31,185 penaberên Sûrî.

Bilî pêzanîn fermî û zanîstî, şert û mercên dijwar ya jîyana rojane, bertekên nîjadperest, dijwarî, hêst, fîkar, xem, daxwaz û sibêroja penaberên Sûrî jî di qadên sîyasî û sîvîl yên cûda de, tê nîqaş kirin.

Hewildanên alîkarîya mirovahî û civakî bi piranî ji hêla sazîyên navneteweyî bi destûra fermî ya hikûmeta Tirkîyê û herwiha ji hêla rexistinên sîvîl yên wekî mafên penaberan, mirovan, zarokan, jinan, dadwerî û sexlemîyê ve, pêk tên.

Navenda Rehabîlîtasyon û Xizmetên Civakî (SOHRAM) ya li Dîyarbekirê yek ji van rexistinan e. Serokê Navendê Mîm Yavuz Bînbay dibêje ku wan ji 2012'an vir ve di beşên cûrbecûr de alîkarîya nêzîkî 13,000 penaberan Sûrî kirine.

Bînbay destnîşan dike ku ew xizmetên alîkarîya perwerdeyî, hiqûqî, civakî û jîyana rojane, bi rêve dibin. Jibo pitikan peydakirina şîr, alîkarîya derûnî ya bi zimanê Erebî, perwerdeya hiqûqî, dersên fêrbûna zimanê Tirkî, alîkarîya kar dîtinê, pewîstîyên bingehîn ya rojane yên wek xwarin, kinc, derman xebatên wan yên serekî.

“Tenê ji % 10 penaberên zarok yên Sûrî dikarin herin dibistanê, ji sedî 90 di kolanan de wek komkirina çopê an ji kaxizan de dixebitiın. Ev ne reva ye. Bo vê jî em giringîye didin da ku van zarokana li dibistanan tomar bikin”

Bînbay herwiha bal dikşîne ser pirsgirkên penaberan Sûrî.

“Li gor pêzanînên û çavderîyên di xebaten me de, bo penaberan Sûrî erîşên nîjadperestî û cudayî ya etnîkî û olî pirsgirkên herî girîng in. Piştre pirsgirikên xanî û xwarinê tê.”

Bînbay destnîşan dike ku piranîya 13 hezar penaberên Sûrî yên ku ew alîkarîyê didin, dibêjin ku heke şer bi dawî bibe û aramî ava bibe, ew dixwazin vegerin welatên xwe.

“Lêkolîn û qeydên me nîşan didin ku ji sedî 50- 60 van 13,00 penebaran dixwazin vegerin, nêzîkî ji sedî 40 dixwazin derbazî Ewrupayê bibin û tenê ji sedî 10 dixwazin li Tirkîyê bimînin.”

Nîqaş û danûstandinên ser sibêroja penaberên Sûrî yên li Tirkîyê di asta sîyaseta navneteweyî û navxweyî de sedema serekî ya nakokîyan e û herwiha ev mijar di nav civata Tirkîyê bi gelemperî tê gotûbêj kirin û car caran jî dibe sedema alozîyan.

Rexistinên sîvîl di mijara vegera penaberan de balê dikşînin ser qanûnên navneteweyî û dilxwazîya penaberan.

Penaberê Kurd yê 30 salî Mahmud Ahmed ji Halebê ye û li Stenbolê dijî. Ahmed ji sala 2014'an de jiber şerê Sûrîyê derbazî Tirkîyê bûye û çar sal e ku li kargeheke dirûtina kincan dixebite.

Ahmed dibêjê ku jîyana penaberîyê ji hela aborî û civakî gelek dijwar e, lê, ew mecbur in ku jîyana xwe li vî welatî berdewam bikin.

Mahmud Ahmed ku bavê sê zarokan e, ser vegera Sûrîyê wiha dibêje

“Jîyan virê bi taybetî jî alîyê aborî ve pir çetin e. Ez bi zorê kirêya xanîyê xwe berhev dikim. Herwiha her roj ji min dibipirsin ka ez çima hatime welatên wan. Hinek bertekên nîjadperestî hene. Ez li bendê me ku şerê li Sûrîyê bi dawî be, aramîyek û aştîyek pêk were da ku ez bi lezgînî vegerim.”

Hejayê bîrxistinê ye ku şerê navxweyî ya li Sûrîyê di 15'ê Adara 2011'an de bi xwepêşandanan destpê kir û di Nîsana 2011'an de, li seranserê welêt belav bû.

Li gor pêzanîn fermî heta niha, zêdetirî 370,000 hezar mirov hatine kuştin û pirtir ji 6.6 mîlyon Sûrî bûne penaber.

XS
SM
MD
LG