Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gehiştina Pêlên Penaberên Afganî li Herêma Wanê Zêde Dibe


Hejmarek koçberên ne qanûnî li herêma Wanê
Hejmarek koçberên ne qanûnî li herêma Wanê

Li herema Wanê hejmara koçberan bi taybet penaberên ji Afganistanê zêde dibin, piştî ku welatê wan rastî alozyan tê û hêzên biyanê xwe ji wî welatî vedikişînin û êrîşên tevgera Talîban zêde dibin.

Li gor Ajansa Nûçeyan ya Fransa (AFP) piştî ku leşkerên Amerîka ji Afganîstanê dest bi vekişînê kir, Talîban jî deverên nû bi dest xistin û niha gelek kes dixwazin ji welat derkevin. AFP dîyar dike ku piranî ya penaberan dixwazin qesta Tirkiyê bikin.

Koçberên ji Afganîstanê derdikevin di ser Îranê ra tên sînorê Tirkîyê û ji wê derê jî hewil didin derbazî herêma Wanê bibin.

Walîtîya Wanê roja Duşemê dîyar kir ku wan ji serê salê heya niha hewildanên 34 hezar û 308 koçber yên bo derbazbûna nav herêma Wanê li ser sînor asteng kirine.

Walitîyê di berdewamîyê de got ku hêzên ewlehîyê li ser belavbûna hin dîmenên nezî bajêr yên koçberan, operasyon daye destpêkirin û hezar û 456 koçber û 11 qaçaxçî desteser kirine.

Penaberê bi navê Hamza Asif dibêje ku Talîban sînorê Afganîstanê girtîye û ew niha nikarin paşve vegerin welatê xwe jî, wî got, "Li welatê me şer û birçîbûn heye û em jiber vê rewşa nebaş hatin. Em armanç dikin ku biçin rojavayê Tirkîyê anjî Ewrupayê. Meşa me ya ser sînorê Îranê şev pêk hat û ez ligel komek ku ji 30 kesan pêk dihat, derbazî Wanê bûm. Dibe ku şevê nêzî sed kes ji cîhên cûda re debazî Wanê dibin."

Asif got ku di nava wan de zarok, jin û hin malbat jî hene, û wî anî ziman ku di dema rêvingiya wan de kesek li ser sînorê Tirkîyê û Îranê mir.

Hêjayî gotinê ye ku Talîban îdîa dike ku piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê wan 80% ji sedî Afganîstan xistiye bin destê xwe. Serokomarê Afganîstanê Eşref Ganî jî gotibû ku eger şerek navxwî derbikeve, dibe ku 10 mîlyon kes ji welat koç bikin.

Raporta Wanê 21 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:26 0:00

XS
SM
MD
LG