Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaber Ji Elmaniya Koçberî Eskendenaviya Dibin


Piştî pêlên penberan ber bi Ewrupa de hatin, pirinya wan niha gihane welatên weke Elmaniya, Austuriya, Fransa û Îtaliya, lê niha ji van welatan bi taybet ji Elmaniya ber bi welatên Eskendenaviya(Scandinavia) de diçin.

Roja Dûşemê 04.01.2016 Swêd û Danîmarkayê dan xweyalirin ku, ew diwaxazin sinorên xwe li hember pêlên penaberan bigrin.

Hikûmeta Danîmarkî da xweyakirin ku, Dûşemê nîvro wan sinorên xwe yên li gel Elmaniya kontro kirine, ji egera hijmara zur ya penbarên dixwazin ji Elmaniya derbasî Danîmarka û Swêd bibin.

Serok Hikûmetê Danîmarka Lars Loekke Rasmussen ji paytext Kopenhagenê jibo rojnamevanan ragihand ku, eger yekêtiya ewrupa nikare sinorên derve, li meber pêlên penaberan dayêxe û tedbîran bigre, ew neçar dimînin ku, sinorên xwe control bikin.

Niha Swêd û Danîmarka nasnam her rêwiyek dixwaze here van welatan control dike, çi kesên bi riya Avê yan Trên û pasan.

Serok Hiûmet Rasmussen da zanîn ku, ew neçar dimînin liser xalên Sinorî nasnama herkesî bixwazin da ku, hatina penaberan rawestînin.

Wek tê zanîn sala 2015an sala koçberiya ber bi welatên ewrupe de bû, bi sed hezaran penaber hatine welatên weke Elmaniya, Fransa, Britaniya, Swêd û Danîmark, lê welatên weke Çek, Hungariya û hind welatên ewrupa rojhilat nexwestin penaber li welatên wan bimînin, ev yek bibû ciyê rexneyên tund di yekêtiya ewrupa de.

XS
SM
MD
LG